Ketin û derketina gundên Bedlisê hat qedexekirin 2016-10-24 13:17:29 BÊDLÎS (DÎHA) - Li gundên Olek û Oleka Jor "Qedexeya Dertetina Kolanan" hat îlankirin. Hat diyarkirin ku amadekariya operasyonan tê kirin. Li gundên Olek û Oleka Jor berî operasyona leşkerî "Qedexeya Derketina Kolanan" hat îlankirin. Hat zanîn ku berî qedexeya derketina kolanan dixwazin operasyona leşkerî bidin destpêkirin. Şevê din herêm hatibû bombekirin. Êrîşên leşkerî hêj didome. Walîtiya Bedlisê diyar kir ku kolan li welatiyan hatine qedexekrin. (mae)