Walî endama Meclîsa DBP'ê Çiftçî kir hedef 2016-10-24 15:55:11 MÛŞ (DÎHA) - Waliyê Mûşê Seddar Yavuz, endama Meclîsa DBP'ê Mizgin Çiftçî wekî "Nûnera KCK'ê ya Mûşê" îlan kir û hedef nîşan da. Waliyê Mûşê Seddar Yavuz, endama Meclîsa DBP'ê Mizgin Çîftçî ku duh li ser rêya Mûş û Çewligê hat binçavkirin wekî "Nûnera KCK'ê nîşan de û kir hedef. Çîftçî ku li ser fermana Dozgerê Komarê yê Çewlikê hat binçavkirin û birin midûriyeta polîsan a Çewligê hêj di bin çavan de ye. Waliyê Mûşê îlan kir ku Çiftçî wekî nûnera KCK'ê ya ji Mûşê tayînî Çewligê hatiye kirin îlan kir. Waliyê Mûşê Yavuz, daxuyanî da û got: "Jina ku wekî Nûnera KCK'ê hatiye tayînkirin duh hat binçavkirin. Mixabin ev ev jin di maşîna wekilê Mûşê de hatiye binçavkirin. Ji ber vê yekê em dibêjin bila partiyên siyasî di qada legal de siyasetê bikin." û Çiftçî û wekîla HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik Ozkan kirin hedef. ‘Çiftçî endama partiya me ye Wekila HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik Ozkan jî bertek nîşanî daxuyaniya Walî da û anî ziman ku Çîftçî endama Meclmîsa DBP'ê ye û xebatên DBP'ê dimeşîne. Ozkan anî ziman ku ew dê li dijî vê daxuyaniya Walî û nûçeyên çapemeniyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. (mae)