Polîsan Sarak kuştin reviyan 2016-10-25 12:51:30 ŞIRNEX (DÎHA) - Dayîka Hakan Sarak ê 5 salî Emîne Sarak, bertek nîşanê polîsan da û got: "Polîsan kurê min kuştin û ji cihê buyerê reviyan." Li navçeya Cizîra Şirnexê duh wesayîta zirxi ya polîsan li taxa Nûrê dewriye digeriya zarokê 5 salî Hakan Sarak qetil kirin. Sarak bi giranî birîndar bû û dema ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê sewqî Êlihê kirin di rêde jiyana xwe ji dest da. Dayîka Sarak Emîna Sarak got ku zarokên wê Hakan û Ûmût dema ji dikanê dihatin destê hev girtibûn û wiha axivî: "Dema kurên min ji dikanê dihatin wesayîta zirxî gelekî bi lez hatiye û li kurê wê daye." 'Polîsan destûr neda ez kurê xwe ji erdê rakim' Dayîka Sarak got ku agahiya Hakan kurê wê Ûmût jêre ragihandiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî wesayîta zirxî li kurê min da, kurê min Umut hat got, 'Diyê polîsan Hakan kuşt' ez bezîme ser cadê dinêrim kurê min li erdê ye. Wesayîta ku daye ser kurê min reviyabû çûbû. Wesayîtek polîsan nû hat destûr neda ez kurê xwe ji erdê rakim. Kurê min sax bû ambulans hat, em çûn nexweşxaneyê. Polîsan destûr neda em bikevin hundirê nexweşxaneyê de bijîşkan zû mudehle kurê min nekir. Hakan derbûna xwînê derbas kir û jiyana xwe ji dest da." 'Ez ê kujerên kurê xwe bipirsim' Sarak bertek nîşanê polîsên ku kurê wê kuştî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "heya niha li ser van kolanan polîsan vaye 10 zarok kuştin. Her roj bê navber bi wesayîtên zirxî hişka li ser wan rêyan derbas dibin. Di wan kolanan de zarokên xelkê dikujin piştre dibêjin, 'Zarokên we bê xwedî ne. Ji ber v yekê hat kuştin.' Em vê bê edaletiyê qebûl nakin. Bila dewleta tirk bizane ku ez ê heya dawiyê kujerên kurê xwe bipirsim. Ew polîsên kurê min kuştî jî dê demek zû hesab bidin. Ew dixwazin bi kuştinan me bitirsînin lê bila bizanin ku em ji zaliman natirsin." 'Dayîk û bavê Sarak li nexweşxaneyê derb kirin' Pîrika Sarak, Xezal Sarak jî destnîşan kir ku hêzên dewletê dixwazin her tim li Cizîrê qetlîman pêk bînin û wiha axivî: "Neviyê min sax bû, ji bê xweyîtiyê mir. Her roj dewleta tirk zarokê me dikujin. Divê her kes li hemberî qetlîamkaran rabe." Pîrik Sarak got her dawî got ku dema dayîk û bavê Hakan ê 5 salî pêre çûne nexweşxaneyê hatine derbkirin. 'Polîsan hişka da ser birayê min' Birayê Hakan yê 8 salî Umut Sarak jî behsa bûyerê kir û wiha got: "Ez û Hakan çûn dikanê. Destê wî di destê min de bû. Em di rexê rê de dihatin malê. Wesayîta polîsan hişka hat û da ser birayê min. Hakan ma bin tekelên wesayîtê ez bezîm cem diya xwe. Min got yadê bibeze polîsan Hakan kuşt." (kom/no/mae)