Artêşa Tirk Um Hoş û Hesiye topbaran dike 2016-10-25 13:15:34 ŞEHBA (DÎHA) – Artêşa Tirk û hevkarên wê gundê Um Hoş û Hesiye, topbaran dikin. Artêşa Tirk û hevkarên wê saet di 10.45'an de, dest bi topbarana gundên Um Hoş û Hesiyê yên hêrêmên Şehbayê kirin. Li gorî nûçeya ANHA'yê artêşa Tirk û hevkarên wê ji bajaroka Marî ve topan davêjin Um Hoş û Hesiye. Di encamê de, ziyan gihişt malên şêniyên wan gundan. Artêşa Tirk ji destpêka meha cotmetê ve, êrîşî gundên rizgarkirî yên herêmên Şehbayê' Um Hoş, Herbil, Hesiye, Hesacik, Um Qura, Werdiye, Qol El-Sirûc, Semûqa, navenda Syiatel û Şêx Îsa' (mae)