Ajansa me DÎHA cara 47'an hat astengkirin 2016-10-25 13:48:28 NAVENDA NÛÇEYAN (DîHA) - Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanînê (BTK), cara 47'emîn ajansa me DÎHA asteng kir û malpera wê ya înternetê qut kir. BTK'ê vê carê bêyî hewce bi biryara fermî bede malper asteng kir Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê zextên li ser çapemeniyê û ajansa me zêde bûn. Bi taybetî bi xalên 671'an ên KHK'ê zextnên li ser çapemeniyê zêdebûn. Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanînê (BTK), cara 47'emîn ajansa me DÎHA asteng kir û malpera înternetê bêyî biryara fermî qut kir. Malpera înternetê ya “www. diha-haber.win” şevê din ji aliyê BTK'ê ve hat qutkirin. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an heta niha ajansa me DÎHA ji aliyê TÎB û BTK'e ve cara 47’an hat astengkirin. Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanînê (BTK) vê carê hewcedarî bi biryara zagonî û fermî nedit û malper asteng kir. Li gel ajansa me "sendika10.org" ji cara 12’emîn hat astengkirin. Sendika.Org jî malpera wê bê biryara fermî hat girtin. Aboneyê ajansa me DÎHA dikarin li ser lînka nternetê ya “www. diclehaber48.win” xwe bigînin nûçeyên me. (mae)