Li Çewligê teqîn: Leşkerek mir yek jî birîndar bû 2016-10-25 15:40:45 ÇEWLIG (DÎHA) - Li navçeya Darahênê ya Çewligê li dijî leşkeran çalakî pêk hat û leşkerek mir û yek jî birîndar bû. Li nêzî gundê Botyan a navçeya Darahênê ya Çewligê dema leşkerên kontrol rê dikirin li ser rê derbas dibin êrîşa bi teqînî pêk hat. Di teqînê de leşkerek jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû. Hat hînbûn ku piştî buyerê li heremê operasyon hat destpêkirin. (bo/bg)