Girtiyê hat derpkirin ev 6 roje di greva birçîbûnê de ye 2016-10-25 17:24:15 MANÎSA (DÎHA) - Girtiyê bi navê Osman Kilavuz ê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê hat kirin di nava 2 mehan de 5 caran hat derpkirin, hat zanîn ku Kilavuz ev 6 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat diyarkirin ku Kilavuz di hucreyê de tê girtin. Girtiyê bi navê Osman Kilavuz ê ji Girtîgeha Nazîllî ya Aydinê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Manîsa yê hat kirin û di nava 2 mehan de 5 caran hat derpkirin ev 6 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Parêzerên Kilavuz ku ev 24 sale girtî ye diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê bêyî biryara dadgehê Kilavuz wekî "girtiyê bi tahluke" pênasekirine û xistine hucreyê. Parêzerê Kilavuz ê ku ev 6 rojin di greva birçîbûnê de ye dan zanîn ku ew ê derbarê derpkirina Kilavuz de serlêdana sûc bikin. (mb)