Cenazeyê Sarak di bin dorpêça polîsan de hat definkirin 2016-10-25 20:50:04 ŞIRNEX (DÎHA) - Cenazeyê Hakan Sarak ê duh li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, di bin dorpêça polîsan de hat definkirin. Cenazeyê Hakan Sarakê 5 salî ku duh li Taxa Nûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê dema wesayîtê zirxî ya polîsan ew eciqand û jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewlet a Gazî Yaşargîl a Amedê malbatê cenazeyê zarokê xwe anîn Cizîrê. Cenazeyê Sarak, di bin dorpêça polîs û wesayîtên zirxî de li Goristana Esriyê hat definkirin. (kom/no/red)