HDP: Dê gelê me binçavkirinan qebûl neke 2016-10-25 23:17:14 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Navenda Giştî ya HDP’ê xwest, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan kişanak û Firat Anlî yên hatin binçavkirin, demildest serbest bên berdan. Navenda Giştî ya HDP’ê di parvekirinên hesabê xwe ya Twîtterê yê fermî de li dijî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bertek nîşan da. Di parvekirinên hatin kirin de wiha hat gotin: “Em binçavkirina Hevşaredarên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat nli û Gultan Kişanak şermezar dikin. Divê demildest bên berdan. Dê gelê me vê rewşê qebûl neke û mafê xwe yî demokratîk bi kar bîne.” Peyam bi hastaga “#HalkınİradesiTeslimAlınamaz” hat parvekirin. (red)