Zarokê nisêbînî: Divê em ji vê zilmê re bêjin êdî bes e! 2016-10-26 09:12:57 MÊRDÎN (DÎHA) - Zarokê 13 salî Enes Akdenîz ê ji Taxa Kanîka bertek nîşanî rayedarên dewletê da û wiha got: "Wek hûn jî dibînin xaniyê me li ber çavên me xera dikin. Zarokatiya min li vê tax û van kolanan derbas bû. Ev çi edalet e? Divê em ji vê zilmê re bêjin êdî bes e." Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li taxên wek Koçer, Şehît Gelhat, Êlika û Kanîka yên bi telan hatine dorpêçkirin qedexe didome. Zarokê 13 salî yê bi navê Enes Akdenîz ku ji Taxa Kanîka ye bertek nîşanî rayedarên dewletê da û got xaniyên me li ber çavên me hildiweşînin. 'Kolanên zarokatiya me, li ber çavên me tên hilweşandin' Akdenîz diyar kir ku, taxa ku zaroktiya wî lê derbas bûye li ber çavên wî tê hilweşandin û ev dîmen wî pir diêşîne û axaftina xwe wiha domand: "Wek hûn jî dibînin xaniyên me li ber çavên me xera dikin. Zarokatiya min li van tax û kolanan derbas bû. Ev çi edalet e? Aramî ji me re nehiştin. Divê em wiha nesekinin. Em ji vê zilmê re bêjin êdî bes e! Divê em tişekî bikin. Gelê kurd ne bêxwedî ye." 'Ji bo Nisêbînê bê deng nemînin' Enesê biçûk tişta ku li ser gelê kurd tê meşandin weke neheqî bi tîne ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin. Divê em weke ku tiştek nebûye ranewestin û êdî ji vê zilmê re bibêjin bes e. Nisêbîna me, ne bi tenê ye û divê em nîşan bidin ku Nisêbîn ne bêxwedî ye." (kom/no/red)