Çima 36 dewlet nikarin DAÎŞ têk bibin? 2016-10-26 09:16:35 ENQERE (DÎHA) ) - Li aliyekî cîhanê 36 welat li dijî DAÎŞ'ê bûne yek û koalîsyon ava kirine, lê têk nabin, li aliyê din kurd li dijî êrîşên DAIŞ'ê xwe di parêzin û êrîşên DAIŞ'ê dişkînin. Berxwedana kurdan a li hemberî DAIŞ'ê bala cîhanê dikişîne. Kurd hem bi şerê xwe hem jî bi projeyênk xwe yên alternatif yên li hemberî DAIŞ'ê balê dikişîne ser xwe. Bi bîrdozî û felsefeya xwe balê dikişîne. Şerê 36 welatan a li dijî DAIŞ'ê pirsa çima DAIŞ têk naçe tîne aqilan. Bi operasyona Mûsilê re hemû çav dîsa vegeriyan ser DAIŞ'ê û hêza wê ya li herêmê. Rêxistina DAIŞ'ê ku koka xwe ji rêxistina El-Kaideyê digire, di esasê xwe de çavkanî û hêza xwe ji polîtîkayên emperyalist digire. DAÎŞ, bi piştgiriya hêzên emperyalîst û serdest di sala 2004'an de hat avakirin. Piştre ji aliyê El Kaide ve hat dûrxistin. Her çend li dijî xeta El Kaide tev geriya jî bi pekanînên sofistîk bal kişand ser xwe. DAÎŞ'ê piştî El Bagdadî weki xelîfe îlan kir û şûnde piştî tîrmeha 2014'an hêza xwe ya şer derxist pêş. Di DAÎŞ'ê de xeyalê Osmanli heye Dewleta Iraqê ku piştî hêza xwe di qada navneteweyî de winda kir, DAIŞ'ê xwe li Iraq û Sûriye bi rêxistin kir. DAÎŞ'e li navenda Rojhilata Navîn bi şerê tirsê xweza xwe nîşan da. Ket şopa Xeyalên Osmaniyê û xwest li rexên Derya Spî "Herêma Levantê" pêş bixe. DAIŞ'ê Mûsil jî bi vê xeyalê dagir kir. Xwest gelek bajarên Rojava jî dagir bike, lê rastî bersîv û parastina şervanê kurd hat. DAÎŞ'a ku bi talankirin, wêrankirin, kuştin û komkujiyan xwe li herêkê bi hêz kir, bi tirsê serdestî ava kir. Lê li hemberî şervanên kurd û ciwanên kurd şikest. Hêzên Navneteweyî yên li dijî DAIŞ'ê bi têkoşîna Kobanê çalak bûn Hêzên DAIŞ'ê piştî Mûsil û Şengal dagir kir û pêşmergeyan hembêza xwe ji wan re vekir bêtir xwe wekî hêz dan nîşan. Li ser vê yekê li Rojava êrîşî gelek bajaran kirin. Xwestin Kobanê jî dagir bikin. Dema berê xwe dan Kobanê piştgiriyek mezin ji Tirkiye jî wergirtin. Piştî şervanên kurd li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şerekî mezin nîşan da û hêza DAİŞ'ê şikand, hêzên navneteweyî koalîsyon ava kir û li dijî DAIŞ'ê dest bi şer kirin. Bêtir bi hêza teknîk û lojîstîk tev li şer bûn û piştgirî dan şervanên kurd. Koalîsyona li diji DAIŞ'ê bi taybetî piştî ciwanên kurd Kobanê rizgar kir, Piştî şervanên kurd DAIŞ ji Kobanê paqij kirin, DAIŞ piştî li dijî şervanên kurdan têk çû, xwe li axa Sûrî û Iraqê bi hêz kir. DAÎŞ li gel hêza xwe ya teknîk û lojîstîk ji welatên cihanê distîne jî nekarîbû li Kobanê li dijî YPG'ê şer bike. her wiha li gelek bajarên Rojava li dijî hêzên kurd tek çû. Hêzên kurdan piştî vê têkçûna DAIŞ'ê ya li dijî kurdan koalîsyon ava kir û dest bi şerê DAIŞ'ê kirin. 36 welat bûn yek lê çavê her kesî li mîlîtanên kurdan in 36 welatên cîhanê li dijî DAIŞ'e bûn yek û li Mûsilê li dijî DAIŞ'ê operasyon dest pê kirin, lê niha dîsa çavê cîhanê li şervan û milîtanên kurdan in. Her çend hemû hêzên navneteweyî bi hemû teknolojiya xwe ya pêşketî û çekên giran bûn yek jî dîsa çavê cîhanê di şerê li Mûsilê de li şervanên kurd in. Bi taybetî piştî niqaşên di navbera Tirkiye û Iraqê li ser Mûsil û Başika pêş ketin, rastiya şerê cîhanê ya li dijî DAIŞ'ê radixe ber çavan. Her wiha pirsa çima hêzên cîhanê nikarin DAIŞ'ê têk bibe jî tîne aqilan. Li dijî DAIŞ'ê gerîllayên kurd dibin bersîv. Piştî li Şengalê Yekîneyên Berxwedana Şengalêyi (YBŞ) hat avakirin û Şengal ji destê DAIŞ'ê rizgar kir, niha disa di şerê li dijî Mûsilê de hêza kurdan balmê dikişîne. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê jî diyar kiribû ku "Li ku DAIŞ hebe em dê li dijî wê şer bikin" li ser vê gotinê şervanên kurd li ku DAIŞ hebin li dijî wê şer dikin. Şervan û gerîllayên kurd li Rojava Minbiç ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin û niha jî amadekariya ku Musilê û Kerkukê ji destê DAIŞ'ê rizgar bikin dike. Berxwedana şervanên kurd a li Kobanê, Şengalê, Hesekê û Minbicê ji hêza çekan û teknolojiyê wêdetir serkeftina xwe ji berxwedan û şervaniya kurdan digire. Li Hesekê û Şehbayê jî heman hêza kurdan xwe nîşan di.e Şervanên kurd her çend wekî DAIŞ'ê hêza teknîk û lojîstîkê ji cîhanê negire jî hêza felsefîk, bîrdozî ji felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digire serkeftinan bi dest dixe. Şervanên kurd ji ber aliyên bîrdozî felsefîk û şervaniya xwe li dijî DAIŞ'ê serkeftinê bi dest dixin. Kurd ji bo parastina rewa "û azadiyê bi bawerîe şer dikin bi ser dikevin. Lê Hêzên navneteweyî ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin jî ji bo serdesti û metîngeriyê şer dikin. (mae)