Herêmên Darahênê tên bombarankirin 2016-10-26 10:47:36 ÇEWLIG (DÎHA) - Bomberbarana li herêma Mistan û Murtazan ên navçeya Darahênê ya Çewligê ku şevê din destpêkirin heta serê sibê berdewam kir. Piştî li nêzî gundê Botyan a navçeya Darahênê ya Çewligê dema leşkerên kontrol rê dikirin li ser rê derbas dibin teqînî pêk hat, di teqînê de leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû li herêmê şer û pevçûn derketin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêm hatin stendin, duh herêmên Botyan, Mistan û Murtazan ji aliyê helîkopteran ve hatine bombebaran kirin û ji ber bombebaranê şewat li herêmê derketiye. Ji ber bombebarana ku heta serê sibê berdewan kir, înternet û xetên telefonan qûtbûne. Ketin û derketina gundan ji aliyê leşkeran ve tê kontrolkirin û hat diyarkirin ku hin leşkerên duh ketibûn gundan ji gund vekişiyane û ketine herêma pevçûn lê qewimîne. (mb)