Polîsan parlamenter derp kirin 2016-10-26 11:18:23 AMED (DÎHA) - Gelê ku li ber şaredariya Amedê sekna xwe didomînin, ligel êrîşa polîsan li ber deriyê şaredariyê venaqetin. Polîsan bi copan 3 parlamenterên HDP'ê derp kirin. Piştî polîsan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girtin û hevşaredar binçavkirin sedan welatî berê xwe dan ber şaredariyê. Ji ber polîsan derdora şaredariyê dorpêç kirine welatiyên li ser Kolana Lîseyê kombûn rastî êrîşa polîsan hatin. Dema polîsan xwestin êrîşî gel bikin parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Besîme Konca û Ayşe Acar Başaran li hember TOMA'yê sekinîn. Polîsên bi cop û mertalan êrîşî parlamenteran kirin Uca, Konca û Başaran derp kirin. Uca ji ber darbeya copan ji ser hişê xwe çû. Ligel ku polîsan bi ava şit êrîş welatiyan kirin jî welatiyan dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Zext me bêzar nakin" berzkirin û li ber xwe didin. Her ku diçe hêjmara welatiyên li ber şaredariyê zêde dibin. (mb)