Berdevka Demî ya KJA'yê Ata hat binçavkirin 2016-10-26 11:41:45 AMED (DÎHA) - Piştî polîsan êrîşî çalakiya li ber şaredariya Amedê kirin komek ku di nava wan Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata jî heye hatin binçavkirin. Çalakiya li ber şaredariya Amedê berdewam dike. Ligel ku polîsan gelek caran êrîşî gel kirin jî gel sekna xwe ya li ber şaredariyê didomînin. Polîsan bi ava şit êrîşî welatiyên ku li ser kolana Alî Emîrî û Dagkapi kom bûne kirin. Di dema êrîşa polîsan de komek ku di nava wan de Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata jî heye ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. (mb)