Irmak ê ku nexweşê Akdenîz Anemîsiyê ye ev 11 rojin di bin çavan de ye 2016-10-26 12:41:25 ÊLIH (DÎHA) - Welatiyê bi navê Harun Irmak ê ku nexweşê Akdenîz Anemîsiyê ye û li Êlihê hat binçavkirin bêyî ku hincetek bê nîşandan ev 11 rojin li Midûryeta Polîsan a Antalyayê tê ragirtin. Welatiyê bi navê Harun Irmak (22) ê ku nexweşê Akdenîz Anemîsiyê ye, di 15'ê Cotmehê de li Êlihê di serdegirtina malan de bêyî hincetek bê nîşandan hat binçavkirin. Irmak ê ku hat binçavkirin, piştî rojekê li Midûryeta Polîsan a Êlihê hat girtin, birin Midûryeta Polîsan a Antalyayê. Irmak ê ku bi rojane li midûryetê tê ragirtin û nexweşê Akdenîz Anemîsiya kronîke, bi hinceta "di dosyayê de biryara veşartî heye" destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerê xwe hevdîtinê pêk bîne. Parêzerê Irmak Abdullah Sarican da zanîn ku ji ber biryara veşartî ya li ser dosyayê dema binçavkirinê hefteyek hatiye zêdekirin. Bavê Irmak Mehmet Irmak (52) da zanîn ku ew nizanin ku çima kurê wan hatiye binçavkirin û wiha got: "Em ji rewşa wî bi fikarin. Bi ser mala me de girtin û kurê min binçavkirin. Dema me ji polîsan pirsî hûn çima binçav dikin gotin 'di dosyayê de biryara veşartî heye, hûn dikarin di dadgehê de hinceta binçavkirinê fêr bibin' û kurê min birin. Me ji parêzer hînbûn ku kurê min birine Antalyayê. Em rewşa wî ya tendirûstiyê mereq dikin. Bila kurê min demildest serbest bê berdan." Irmak, anî ziman ku rewşa kurê min a nexweşiyê ne li gorî şert û mercên girtîgehê ne û wiha pêde çû: "Rewşa wî her ku diçe xiraptir dibe. Di dadgehên Tirkiyeyê de edalet nemaye. Bi fermana polîs û dıozger kî dixwazin binçav dikin. Tu sûcê kurê min tuneye. Tenê sûcek wî hebe jî ew jî kurdbûna wî ye. Ji bo ez mafê xwe biparêzim ez ê heta dadgeha DMME'yê biçim." Harun Irmak, di sala 2012'yan de li Êlihê bi îdîaya "endamê rêxistinê ye û propaganda rêxistinê kiriye" hat binçavkirin û 3 mehan li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê hat girtin. Li girtîgehê de Irmak bi nexweşiya Akdenîz Anemîsî ket û ji ber rewşa wî xiraptir bû hat berdan. Irmak ê ku di girtîgehê de amadekariyên ezmûna zanîngehê kir û beşa Ceyranê ya Zanîngeha Akdenîzê qezenc kir di Cotmeha 2015'an de carek din hat binçavkirin û hat girtin. Irmak piştî salekê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ma bi biryara dadgehê serbest hat berdan. Hat diyarkirin ku rewşa Harun Irmak ê ku dema binçavkirina wî hat dirêjkirin her ku diçe xirap dibe. (mb)