Civata Kar a Amedê: Em bi fikar in 2016-10-26 13:01:06 AMED (DÎHA) - Civata kar a Amedê bertek nîşani binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku e bi fikar in. Rêxistin û Civata Kar a Amedê, bertek nişanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û operasyona li diji Şaredariya Bajare Mezin a Amedê dan û fikarên xwe anîn ziman. Civat û rêxistinên kar ên Amedê bi awayeki hevpar daxuşaniya nivîskî dan û diyar kirin ku ew bi fikar in. Civatê anîn ziman ku hem weki herêm û hem jî wekî welat di pêvajoyek gelek zor û dijwar de derbas dibin û wiha gotin: "Di pêvajoya wisa de qada siyaseta demokratîk tê tengkirin. Pirsirêkên ku em dijîn bêtir kûr dibin. Fikrên siyasî çi dibe bila bibe, divê li herêmêsiyaseta sivîl û demokratîk bê kirin. Em êrîşên çekdarî û operasyonên siyasî rast nabînin. Em van binçavkirinên bi vî rengê wekî darbeya li dijî demokrasîyê dibînin. Di vêpêjoyê de herî zêde pêdivî bi diyalogê heye. Pratîk û cerebke nîşanî me dide ku de pirsgirêk bi riya demokrasi u diyalogê çareser bibin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi lezgîn dawî li binçavkirin û girtinan bînin. Kesên îmze avêtin bin daxuşaniyê wiha ne: 1.DTSO 2. Odeya Esanf û sinhetkaran a Amedê 3. Borsaya Ticaretê ya Amedê 4.(DOGUNSİFED) 5. (DÎSÎAD) 6.(GUNSÎAD) 7.Odeya Mali û Muşaviran a Amedê 8. (DOSÎAD) 9. (DÎKAD) 10. (DOGUNKAD) 11. (GUNGÎAD) 12.(TESDER) 13. (GUNTİAD) 14. (DMD) 15. (OSGİAD) (mae)