ÎHD lîsteya girtiyên nexweş nû kir 2016-10-26 13:05:22 ENQERE (DÎHA) - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê lîsteya girtiyên nexweş nû kir û li gorî daneyên komîsyonê di girtîgehan de 323 jê giran 905 girtiyên nexweş hene. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (İHD) bi boneya "Roja Mafê Nexweşan a Cîhanê" lîsteya xwe ya girtiyên nexweş nû kir û li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Cigira Serkreterê Giştî yê Berpirsê Girtîgehan a ÎHD'ê Necla Şengul di civînê de axivî û diyar kir ku di girtîgehên li Tirkiyeyê de 323 jê giran bi giştî 905 girtiyên nexweş hene. Şengul, da zanîn ku civak ji jiyana girtiyan berpirsyare û wiha got: "Mafê jiyanê ku mafê bingehîn ê mirovane bi riya girtina laşên nexweş tê binpêkirin em vê yekê qebûl nakin. Serbestnebardana girtiyan, rastî îşkence û pêkanînên xirap hatina wan pêkanîna cezayê darvekirinê ye. Divê kesên ku nikarin di girtîgehan de bimînin divê serbest bên berdan. Em di serî de bang li serokomar, serokwezîr, hemû rayedarên Tirkiyeyê û kesên di dadgeh û rêveberiyan de ne dikin ku beriya ku çîrokek din bi dawî bibe, beriya ku kesek din jiyana xwe ji dest bide girtiyên nexweş serbest berdin." Şengul, anî ziman ku li hember girtiyan binpêkirinên mafan û îşkence zêde bûne û ew ê rapor û lîsteya derbarê girtiyan de di rojên pêşiya wan de aşkera bikin. (mb)