Gelê Botanê: Em dê li dijî êrîşan li ser piyan in 2016-10-26 13:49:37 ŞIRNEX (DÎHA) – Li Cizîr û bajaroka Dêrgûlê bi armanca şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê daxuyanî hat dayîn. Girsê diyar kir ku gel dê li hemberî êrîşên li ser siyaseta kurd mafê xwe yê demokratîk bikar bîne. CIZİR Bi tevlibûna hevserokên DBP’ê, HDP’ê, xebatkarên Şaredariya Cizîrê û gelek nûnerên saziyên sivîl bi armanca şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku li avahiya DBP’ê ya Cizîrê hat dayîn Hevserokê DBP’ê Cizîr’ê Hevşaredarê Cizîrê Kadir Kunur diyar kir ku ev demek dirêje li ser siyaseta kurd polîtîkayên dewletê berdewam dike. Kunur; anî ziman ku di encama wan polîtîkayan de gelek siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û hatin girtin û wiha axivî: “Herî dawî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amed hatin binçavkirin. Armanca van polîtîkayan serkeftin û destkeftinên gelê kurd tûne kirin e. Lê bila dewlet baş bizane ku gelê kurd li hemberî van polîtîkayan mafê xwe yên xwezayî hesaniyek radestê dewletê neke.” Kunur, dest nîşan kir ku dive demildest dewlet dest ji polîtîkayên qirkirinê bedre û wiha berdewam kir: “Ev polîtîka xizmet ji biratiya gelan re nake. Pewiste vîna gelê kurd were naskirin. Bila baş bê zanîn gel dê li hemberî van polîtîkayan mafê xwe yên demokratîk kar bêne.” DÊRGUL Li Bajaroka Dêrgulê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn û Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez axivî. Îrmz, binçavkirina Hevşaredarên Amedê domandina êrîşên li ser siyaseta kurd nirxand û wiha got: “Siyasetmedarên kurd heya îro berxwedane û dê ji îro şûnde jî berxwe bidin. Ev êrîşên di vê pêvajoyê de li hemberî vîna gelê kurd e.” Îrmez li dijî êrîşên li ser siyaseta kurd gelê kurd banga berxwedanê li gelê kurd kir. Daxuyanî bi diruşmeyan dawî bû. (kom/ozp/mae)