'Kurd li hember darbeya AKP'ê serî natewînin' 2016-10-26 14:17:04 NAVEMDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bivçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Gelê derketin kolanan diyar kirin ku ew ê li hember darbeya AKP'ê serî netewînin. Hikûmeta AKP'ê ya ku krîza navxweyî û krîza siyasî ya derve bi êrîşên li ser gele kurd dixwaze çareser bike. Desteserkirina şaredariyên kurdan rastî bertekên gel tê. Bivçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. ÎZMÎR Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bi daxuyaniya li ber Sumerparka Kevn dayîn şermezar kir. Li ser navê komê Hevserokê HDP'ê ya Bajar Mahfuz Guleryuz daxuyanî xwend. Guleryuz da zanîn ku AKP ya ku darbeya 15'ê Tîrmehê şermezar dikir niha darbeyan pêk tîne û wiha got: "Şaredariya Amedê bi şaredariya Îzmîrê re xwebira ye. Em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Em ê serî li ber zextan netewînin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku li hember zextan bêdeng nemînin û ji bo biratiya gelen li hemberî AKP'ê li ber xwe bidin." EDENE Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê li avahiya xwwe daxuyaniyek da çapenemiyê û darbeya hikûmetê şermezar kirin. Hevseroka HDP'ê ya bajar Gulseren Tural, da zanîn binçavkirin û dorpêçkirin pêkanînên derveyî hiqûqê ne û wiha pêde çû: "Divê demildest dest ji van pêkanînên xwe yên dij hiqûqî berdin. Em ê her roj dsaet di 11.00'an de dakevin kolanan. Em bang li hemû aliyan dikin ku tevlî çalakî û têkoşîna me bibin." Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû. MÊRSÎN Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê derbarê mijarê de bi hevparên xwe û HDK'ê re li avanhiya xwe civînek awarte li darxistin. Ji ber civînê polîsan bi TOMA'yan avahî dorpêç kir. Tê payîn ku dê HDP'a Mêrsînê di saetên pêş de derbarê mijarê de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. STENBOL Di çarçoveya banda ku Navenda Giştî ya HDP'ê kirî de Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê û rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li Qada Galatasarayê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Welatiyên li qadê kombûn nîvsaetê çalakiya rûniştinê li darxistin. Bi destpêkirina çalakiya welatiyan re polîsan êrîşî welatiyan kirin. polîsan gefa 'ger hûn çalakiya xwe bidomînin em ê êrîş bikin' li welatiyan xwarin. Girseya ku demekê çalakiya xwe domandin piştre daxuyaniyek dan çepemeniyê. Di daxuyaniyê de destpêkê Seroka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) a Stenbolê Ozge Akman, axivî û xwest hevşaredar serbest bên berdan. Parlamenterê berê yê HDP'ê û û Rêveberê EMEP'ê Levent Tuzel, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha got: "Hem li derve hem li hundir bi polîtîkayên şer rêveberî nayê avakirin. Em dixwazin hevşaredar serbest bên berdan." Hevserokê HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş jî wiha axivî: "Em bi hiqûqa dijmin re rû bi rû ne. Binçavkirin darbeya li dijî vîna gele. Em ê tu caran teslîmî zilmê nebin. Xilasbûna Tirkiyeyê bi xweseriya demokratîk pêkane. Berxwedana li hember zilmê rewa ye. Em ê li hember pêkanînin li kolanan bin." Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan belav bû. Her wiha rêxistinên HDP'ê û HDK'ê yên li Kadikoy û Bakirkoyê jî binçabkirina hevşaredaran şermezar kirin. KOCAELÎ Rêsitina HDP'ê Kocaeliyê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP'a bajar Îbrahîm Ergîn daxuyanî xwend û da zanîn ku bi zextan li hember kurd, elewî û aliyên demokratîk pêk tînin lê dê bi sernekevin. BURSA Li Bazara Arabayatagiya Bursayê bi pêşengiya HDP'ê welatiyan daxuyaniyek da. Polîsan êrîşî girseya kom bûne kir. HDP'iyên ku dovîzên "dest nede vîna min" û dirûşm berzkirin hatin binçavkirin. Piştî rêveber hatin binçavkirin girseyê li qadê çalakiya rûniştinê pêk anî. Tê payîn ku dê di saetên pêş de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Çalakiya welatiyan didome. Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Endamên PM'yê yên HDP'ê Metîn Kiliç û Nadiye Gurbuz, Nadîr Kirlilar, Çîçek Çelebîoglu, Nadîr Ozer, Layik Hanazay, Mehmet Sabrî Gul, Dîlek Dînçer. ENQERE Li Enqereyê Platforma Jinên Enqereyê, Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Rawestandin, Jinên Mala Gel û Pîrhebûkên Kampusê bertek nîşanî binçavkirina Kişanak û Anli dan û banga piştevaniyê li jinan kirin. WAN Welatiyên ku di nava wan derêveberên HDP'ê, KJA, DBP'ê û parlamenter jî hene li Kolana Hunerê kombûn û binçavkirina hevşaredaran şermezar kirin. COLEMÊRG Li navçeya Gevera Colemêrgê jî rêxistinên HDP'ê û DBP'ê bi daxuyaniyekê binçavkirina hevşaredaran şermezar kirin. Li vir Pralamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan bang li gel kir ku sibe saet di 11.00'an de tevlî çalakiya wan a ku dê li ber avahiya HDP'ê pêk bînin bibin. (mb)