Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn pêk hat 2016-10-26 14:44:43 AMED (DÎHA) - Li Darahênê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat. Li taxa Ata ya navçeya Darahênê ya Çewligê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de polîsek birîndar bûye. Piştî teqînek gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û tax ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. (mb)