Rêxistinên mafên mirovan azadiya Asli Erdogan xwestin 2016-10-26 14:57:31 STENBOL (DÎHA) - Şaxên ÎHD, TİHV, Mazlum-Der, PEN bi daxwaza "Ji Asli Erdogan re azadî" li Otela Taxim Hillê civîna çapemeniyê pêk anîn û azaiya Asli Erdogan xwestin. Dayika Asli Erdogan Mine Aydostu, diyar kir ku girtina keça wê siyasî ye. Şaxên ÎHD, TİHV, Mazlum-Der, PEN bi daxwaza "Ji Asli Erdogan re azadî" li Otela Taxim Hillê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Rojnameger Celal Başlangıç û Sekreterê Giştî yê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî amade bûn. Di civînêde Dayika Asli Erdogan Mine Aydostu, diyar kir ku pirtûkên Asli bi 27 zimanan hatiye wergerkirin û wiha got: "Asli faîlên nediyar yên salên 90'an nivîsand. Lê tu car nehat girtin. Lê niha hat girtin. Girtina Asli konjonkturel û siyasî ye. Asli her dem li dijî tundiyê bû. Girtina rojnamegeran û nivîskaran fêdeyê nade tu kesan. Di şexsê rojnameger û nivîskaran de azadiya ramanê tê girtin û darizandin. Asli digot wêje bi xwînê tê nivîsandin. Wêje heqîqet bi xwe ye. Pirtûkên wê bi 27 zimanan hat wergerkirin. Girtina wê siyasî ye." Serokê Gişti yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku hemû Tirkiye di bin tundiyê de ye û wiha got: "Bi dehan TV, rojname û radyo hatin girti. Asli jî ji ber di rojnameya Ozgur Gundemêde azadiya îfadeyê bikar anî hat girtin. Niha azadiya her kesî hatiye astengkirin. Dê dirojên pêş de Raportorê Neteweyên Yekbûyî dê bê Tirkiye. Bi taybetî em dê rewşa Asli Erdogan û rojnamegerên din bikin rojev. " Serokê Giştî yê MAZLUM-DER'Ê Ahmet Faruk Unsal jî anî ziman ku ji ber Asli rola xwe ya di Ozgur Gundemê de pêk anî hat girtin û dê li dijî vê yekê têkoşîna demokratîk bimeşînin. Seroka PEN'a Tirkiye Zeynep Oral jî anî ziman ku ew dê ji bo Asli Erdogan têbikoşin û wiha got: "Tiştê min matmayî dihêle, li Tirkiye 128 rojnameger girtî ne, lê medya tirk li hemberî vê yekê bêdeng dimîne. (mae)