Endama Heyeta Îmraliyê Bagriyanik kaş kirin bi erdê re kaş kirin 2016-10-26 15:29:29 AMED (DÎHA) - Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, di dema çalakiya li ber şaredariya Amedê de ji aliyê polîsan ve hat derpkirin û bi erdê re kaş kirin. Dorpêça polîsan li şaredariya Amedê û çalakiya şermezar kirinê ya welatiyên li ber şaredariyê kom bûne berdewam dike. Di çalakiya ku beşdarbûna gel pir zêde ye de welatiyan li deriyên dikanan xistin û bi dengderxistinê êrîşên polîsan şermezar dikin. Di êrîşa polîsan a hemberî girseya gel de Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ji aliyê polîsan ve hat derpkirin. Polîsên ku Bagriyanik derpkirin xwestin bixin binçavan, welatiyên derdor û parlamenteran mudaxeleyî polîsan kirin û nehiştin Bagriyanik binçav bikin. Li aliyê din Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Berpirsa Hiqûqê Aysel Tugluk û Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) Gulşen Ozbek çûn edliyeyê û derbarê welatiyên ku hatine binçavkirin agahî girtin. Di hevdîtina dozger de hat diyarkirin 26 kesên ku di nava wan de Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata jî heye di bin çavan de ne û hat ragihandin ku ji ber di dosyayê de biryara sînordan heye agahî ne hatin dayîn. (mb)