Dayikên Aştiyê: Hûn bi binçavkirinê nikarin encam bistînin 2016-10-26 15:53:49 STENBOL (DÎHA) - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê di hefteya 52'emîn de li pêş Qesra Dolmabahçe kom bûn û diyar kirin ku bi girtin û binçavkirina bijartiyên kurdan nikarin vîna gelê kurd têk bibin. Dayikan, da zanîn ku bi girtin û binçavkirine nikarin encamê bistînin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hefteya 52'emîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de li ber Qesra Dolmabahçe pankart û dowîzên bi îngîlîzî, kurdî û tirkî yên "Dayik dê destûr nedin şer", "Em dixwazin maseya li Dolmabahçe hat wergerandin ji nûve bê avakirin" û "Jin şer naxwazin" rakirin. Li ser navê Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Guler Bugday, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar kir û wiha got: "Hûn bi qeyûmê nikarin vîna gelê kurd binpê bikin. Hewldana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a aştî û çareseriyê bi destê AKPê û Erdogan hat xerakirin. Bi girtin, binçavkirin û kuştinê hûn nikarin vîna gelê kurd têxin bin destê xwe. Bi qeyûmê vîna gelê kurd nayê desteserkirin. Li vî welatî pirsgirêka kurd heye. Gelê kurd wekî gelê hemû cîhanê xwedî maf, heq û hiqûq e. Hemû cîhan li dijî şer derdikeve. Lê erdogan hêj di şer de israr dike. Em jî li dijî şer têdikoşin. Em dê heta dawî ji bo mafê xwe têbikoşin. Niha vîna 6 milyon hilbijêran binpê dikin. Gelê kurd bi kedek gelek mezin ev nirxên xwe bi dest xist. Niha hikûmet dixwaze vî nirxê gel ji destê wî derxe. Em dibêjin aştiya Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan pêkan e. Ji bo li rojhilata navîn û Tirkiye aştî, edalet aramî pêş bikeve divê berî her tiştî Ocalan azad bibe. Birêz Ocalan ne tenê têkoşîna gelê kurd, têkoşîna hemû gelê Rojhilata Navîn dide." Çalakî bi rûniştina 50 deqîqeyan bi dawî bû. (mae)