Êrîşkarên Ayşegul Abdullah Çakiroglu serbest e 2016-10-26 16:09:58 STENBOL (DÎHA) - Êrîşkar Abdullah Çakiroglu ku tekme li Ayşegul Terzî dabû di rûniştina yekemîn de hat berdan. Di 20'ê Îlonê de li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê Abdullah Çakiroglu bi hinceta jina bi navê Ayşegul Terzî şort li xwe kiriye, doz lê hatibû vekirin. Li ser bertekên civakê piştre hatibû girtin. Yekemîn rûniştina doza Ayşegul Terzî ya rastî êrîşa Abdullah Çagiroglu hat li 40'emîn Edliya Anadolu ya Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozêde Ayşegul Terzi, wekîlê CHP'e yê Enqereyê Aylin Nazliaka û nûnerên saziyên jinan amade bûn. Polîsan dora avahiya edliyê dorpêç kir. Di rûniştina dozê de gelek kesên din jî beşdarî rûniştinêbû. Piştî tespîta nasnameyan Terzî parastin kir û diyar kir ku daxuyanî û gotinên wê rast derbasî girtekan nebûye. Tersî, destnîşan kir ku li salonê jî jin rastî êrîş û tundiya zayendî tên. Tiştên ku bi serê min de hatibûn min li midûriyeta polîsan di îfadeya xwe de dabûn. lê hemû gotinên min rast darbasî girtekan nekirine. Hemû gotinên min hatine berovajîkirin." Bersûc Abdullah Çakiroglu ku heta 9 sal û 4 mehan ceza jê dihat xwestin jî parastin kir. Heyetê piştî parastina Çagiroglu biryara berdanê da û doz taloqî 21'ê Kanûnê kir. Ayşegul Terzî piştî biryara berdana Çagiroglu bihîst bi siloganan bertekên xwe anî ziman. Parêzera Terzî jî li ser navê saziyên jinan paratin kir û diyar kirin ku di şexsê Ayşegul de hemû jin rastî êrîşê hatine û xwestin mexdûriyeta Ayşegul bi dawi bibe. Di rûniştina dozê ya 21'ê Kanûnê de dê ji Navenda Mafên Jinê ya Baroya Stenbolê, Komîsyona Hiqûqa Jinê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiye û Baroya Îzmirê parêzer beşdar bibin. (mae)