Rêxistinên li Nisêbînê piştgirî da Amedê 2016-10-26 18:18:09 MÊRDÎN (DÎHA) - Rêxistinên DBP û HDP'a navçeya Nisêbînê binçavkirina Hevşeredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Rêxistina HDP'ê û DBP'ê yên Navçeya Nesêbîna Mêrdînê, bi armanca binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya li Parqa Aştiyê pêk hat. Parlementerê HDP'ê Alî Atalan, Hevşeredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya, endamê Meclîsa HDP'ê Nazim Kok, hevserokên navçeyên DBP û HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi dehan welatî beşdarî daxuyanî bûn. Li ser navê girseyê Parlementer Alî Atalan daxuyanî da. Atalan binçavkirina Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anlî bi tundî şermezar kir. Atalan got ku gelê kurd dê li şaredariyên xwe û vîna xwe xwedî derbikevin û wiha domand: "Heta niha me tu carî serî li ber zilmê netewandiye. Gelê me ev zilma AKP jî qebûl nake. Me çawa di dîrokê de zilm qebûl nekiriye em niha jî qebûl nakin. Em bangawazî ji gelê xwe yên aştîxwaz û demokrasîxwaz re dikin û dibêjin dakevin kolanan û li dijî zilm û zorderiya AKP'ê têbikoşin." Atalan di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Nisêbînê kir û got dê her roj li Parqa Aştiyê ya Nisêbînê di saet 11.00'an de ji bo xwedîderketina vîna xwe çalakiya rûniştinê lidarbixin. (kom/mae)