Mêrên êrîşkar serbest in, jinên berxwedêr li erdê tên kajkirin 2016-10-26 18:41:30 STENBOL (DÎHA) - Dadgeha bi hişmendiya AKP'ê ya mêr îro li Stenbolê Abdullah Çakiroglu yê Ayşegul Terzî ya şort li xwe kiribû pêhn kir serbest berda, li aliyê din polîsên AKP'ê yên bi hişmendiya mêrê serdest tev digerin li Amedê jinên li vîna xwe xwedî derketin û binçavkirina û bi erdê re kaşkirin. Îro dadgeha bi hişmendiya AKP'ê tev digere li Stenbolê êrîşkarên jinan serbest berdan, li Amedê jî polîsên bi hişmeniya AKP'ê tev digerin jinên binçavkirina Hevşaredaran şermezar kirin li erdê kaş kirin û binçavkirin. Dadgeha bi hişmendiya AKP'ê tev digere, Abdullah Çagiroglu yê êrîşî Ayşegul Terzî kir serbest berda. Li aliyêdin polîsên AKP'ê Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, di dema çalakiya li ber şaredariya Amedê derpkirin û bi erdê re kaş kirin. Hişmendiya AKP'ê ku herî zêde erîşî jinan dike li aliyekî bi qeyûmê jinan ji peyvirê digire, aliyêdin êrîşî jinan dikeû mêrên êrîşkar jî serbest berdide. (mae)