Gelê Amedê bê navber di ber xwe dide 2016-10-26 19:00:13 AMED (DÎHA) - Gelê Amedê li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê daketin kolanan û dest bi çalakiya bê navber kirin. Gelê Amedê ji bo parastina vîna xwe ji duh de li ser piyan e. li gel hemû êrîş û tundiya polîsan bê navber berxwedana xwe berdewam dike. Îktîdara AKP'ê ji bo serdestiya xwe û pergala xwe ya serokdewletê pêk bîne gav bi gav êrîşên xwe yên li dijî kesên muxalif zêde dike. Li aliyekî siyasetmedarê kurd binçav dike, li aliyekî çapemeniyê bê bêdeng dike, li aliyê din qeyûm tayînî şaredariyan dike. Herî dawî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û şaredarî hatiye dorpêçkirin. Gelê Amedê ji bo vîna xwe biparêze û li Şaredariyê xwedî derkev ji duh ve di nava çalakiyan de ye. Gelê Amedê li dijî polîtikayên hilweşandinê 2 rojin li derdora şareariyê çalakiyan pêk tîne. li gel hemû êrîş û mudaxaleyên polîsan di nava çalakiyan de ye û bertekên xwe yên li dijî binçavkirin û tayînkirina qeyûman tînin ziman. AKP heta niha li dijî 28 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk qeyûm tayîn kir û bi dehan hevşaredar ji peyirê girt. Herî dawî Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli binçavkirin. Gelê Amedê bi armanca vê polîtîkayên AKP'ê şermezar bike 2 rojin di nava çalakiyan de ye. (mae)