ÇHD: Bila Kişanak û Anli serbest bên berdan 2016-10-26 20:31:35 STENBOL (DÎHA) - Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bertekên xwe anîn ziman û xwestin Kişanak û Anli serbest bên berdan. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniya nivîskî dan. ÇHD'ê di daxuyaniyê de diyar kirin ku ev binçavkirin êrîşa li dijî nirxên kurdan ên siyasî û çandî ye û xwest bi lezgîn hevşaredar Kişanak û Anli serbest bên berdan. (mae)