Cenazeyên Duman û Gungor şandin warên wan 2016-10-26 20:42:43 MELETÎ (DÎHA) - Ji 9 endamên HPG’ê yên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn malbatê cenazeyên 2 kesan wergirtin û ji bo defin bikin birin warên wan. Di êrîşa 22'ê Cotmehê de li navçeya Pulurê ya Dersimê êrîşa hewayî pêk hatibû. Di êrîşê de 7 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata endamên Umut Duman (Leheng) û Adar Gungor (Sarina Kanîreş) li morga nexweşxaneya Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê cenaze teşhîs kirin. Piştî cenaze teşhîs kirin cenazeyê zarokên xwe wergirtin û ber bi warên xwan ve ketin rê. Di wergirtina cenazeyan de rêveberên MEYA-DER, HDP û malbat amade bûn. Malbatan li gel endam û rêveberên MEYA-DER û HDP'ê cenazeyê Gungor birin gundê Çira Jir ê Kanîreşê yê Çewlikê. Cenazeyê Duman jî birin Gundê Guleçê. Cenazeyê Gungur dê li warên wan saet di 10.00'an de bên definkirin. Li Morgên Nexweşxaneyên Meletiyê bi giştî hêj 8 cenaze li benda teşhîsê ne. (mae)