Polîsan bi ser KJA'yê de girtin 2016-10-27 07:44:30 AMED (DÎHA) - Polîsan bi ser Navenda Giştî ya KJA'yê de girtin. Polîsan ser sibê bi ser Navenda Giştî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) a Amedê de girtin. Polîsan derdora avahiya KJA'yê ya li semta Dîclekent a Peyasê dorpêç kirine û li hundir lêgerînê pêk tînin. Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata, duh di çalakiya şermezarkirinê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû binçavkirin. (mb)