Ji nûçegihanê DÎHA'yê Bîlal Guldem re cezayê girtîgehê 2016-10-27 11:45:26 MÊRDÎN (DÎHA) - Derbarê nûçegihanê me Bîlal Guldem de, parvekirinên wî yên ser medyaya civakî hincet hat nîşandan û bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" 2 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Nûçegihanê me Bîlal Gulden ku di dema dorpêça li Nisêbîna Mêrdînê de nûçe dişopand di 24'ê nîsanê de hatin girtin û di 30'ê hezîranê de hat berdan, bi hinceta "endamê rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" derbarê wî de doz hat vekirin û danişîna dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di doza ku Guldem tevlî nebûyî de parêzerê wî Resul Tamur amade bû. Piştî tespîta nasnameyan doz destpêr kir. Di dozê de parêzer Resul Tamur, mafê axaftinê girt û diyar kir ku divê xebatên Guldem di çarçoveya azadiya çapemeniyê de bên nirxandin. Tamur, da zanîn parvekirinên li ser tora civakî jî di çarçoveya nûçeyan de hatiye kirin û beraeta muwekîlê xwe xwast. Dozger xwest ku Guldem ne ji ber "endamtiya rêxistinê" ji ber parvekirinên wî yên li ser tora civakî bi "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin. Piştî navçerek kurt, heyeta dadgehê biryara beraeta Guldem a ji ber "endamê rêsitinê ye" da û ji ber parvekirinên wî yên li ser tora civakî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Dê parêzerê Guldem biryarê bibe temîzê. Guldem ku derbare wî de ceza hat birîn diyar kir ku ew li ser karê xwe ye û wiha got: "Ez biryara derbarê xwe de hiqûqî nabînim. Ez ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatime cezakirin. Hemû parvekirinên min ên ser tora civakî yan nûçeyên min an jî nûçeyên hempîşeyêm min bûn. Bi van biryaran dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin. Lê em ne li salonên dadgehan li duv nûçeyan digerin û em ê rastiyan derxînin holê." (mb)