Koçak: Têkoşîna demokrasiyê û kedê hev temam dikin 2016-10-27 09:10:12 ENQERE (DÎHA) - Hîndekarê Zanîngeha Kocaeliyê Doç. Dr. Hakan Koçak, êrîşên li ser qada kedê û kedkaran nirxand û diyar kir ku têkoşîna kedê û demokrasiyê bi hevve giredayî ye. Koçak, destnîşan kir ku ger hevsengiya têkoşîna ked û demokrasiyê neyê avakirin dê serkeftin pêş nekeve. Piştî îlana OHAL'ê û biryarên KHK'ê zextên li ser qada kedê û kedkaran zêde bû. Zêdeyî 10 hezar kedkar ji ji kar hatin dûrxistin. Der barê deh hezaran kedkar û karker de lêpirsîn û doz hat vekirin. Dîsa der barê akademîsyenên ku protokola "En nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin doz hat vekirin û ji peyvirê hatin dûrxistin. Têkildarî êrîş û tundiya li ser kedkaran Hîndekarê Zanîngeha Kocaeliyê Doç. Dr. Hakan Koçak, bêdengiya sendîkayan û karmendan axivî. Koçak, anî ziman ku li tevahiya cîhanê polîtîkayên nebaweriyê tê pêşxistin û grêdayî vê yekê li Tirkiye jî nebawerî pêş dikeve. Koçak, anî ziman ku dema li sendîkayên cîhanê dinere, li dijî neheqiyê tevgerek heye, lê li Tirkiye sendîka ketine nava nebaweriyê û tevger pir lawaz e. Koçak, da zanîn ku sedema vê yekê jî polîtîkayên Neoliberal e û wiha got: "Van polîtîkayên neolîberal tevger û çalakiyên sendîkayên Tirkiye lawaz kirine. Divê sendîka li hemberî vê yekê xwe bi awayekî xurt bi rêxistin bikin. Divê hem di aliyê fîzîkî û hem jî di aliyê hişmendiyê de xwe xurt bi rêxistin bikin. Sedema bêçalakiyê ne belavbûn, nebawerî, nerêxistînî û netifaqî ye. Di vê rewşê de sendîkayên têkoşîna demokrasiyê dide ji sendîkayên Turk-İş û Hak Îş'ê ne cudane. Berî her tiştî rêxistinbûn Koçak, bilêv kir ku berî her tiştî divê sendîka di her milî de xwebi rêxistin bikin û vê rêxistinbûna xwe gelek xurt bikin. Divê têkoşîna kedê û têkoşîna demokrasiyê hev xurt bike û hev temam bike. Ger ku têkoşîna ked û demokrasiyê hev temam neke serkeftin pêş nakeve." Koçak, têkildarî Memur- Senê jî axivî û wiha got: "Mezinbûna Memûr Sen'ê mezinbûnek pûç e. Îro bi hezaran kedkar derbasî sendîkaya Memur-Senê dibin. Lê ev mezinbûnek pûç û vala ye. Koçek, li ser pirsgirêkên konfederasyonan jî axivî û wiha got: "Ez endamê KESK'ê me. Ez Konfederasyonê jî rexne dikim. Me bi qasî dihat xwestin rojeva sendikal ava nekir. Em bêtir bi rojeva giştî re nebûn yek. Em pirsgirêkên sereke baş nabînin. Pêwiste di vê pêvajoyê re sist tev negere." ‘DİSK nebÛ DİSK'a berê Koçak, DÎSK jî rexne kir û da zanîn ku êdî DÎSK jî ne DÎSK'a berê ye û wiha got: "Di 12'ê Îlonê de herî zêde DİSK rastî êrîşan hatibû. Li gel vê yekê hêzek mezin bi dest xistibû. Divê hemû sendîka û konfederasyon bêtir xwe bi rêxistin bikin bikin. (mae)