Artêşa Tirkiye Şahba bombebaran dike 2016-10-27 11:53:17 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Artêşa Tirkiye komên hevkarên wê herêma Şehba bi dijwarî topbaran dikin û balafirên keşfê li ser herêm digerin. Li gorî nûçeya ANHA'yê Artêşa Çekdar a Tirk gundê Til-Midîq yê ku Hêzên Şoreşger duh rizgarkiribûn, bi çekên giran weke tang, fûze û doçka bi dijwarî topbaran dike. Artêşa Tirk ji derdora gundê Til-Çîçan ê dikeve rojhilatê gundê Til-Midîq topbaran dikin. Artêşa Tirk ji derdora gundê Til-Malid a di destê çetayan de ye, gundê Hesiye, Um-Hoş, Um-Qura, Herbel û Şêx Îsa yên girêdayî herêma Şehba bi hawin û fûze topbaran dikin. Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Hesiye, Um-Hoş, Um-Qura, Herbel û Şêx Îsa digerin. Derbarê ziyan û zerarên ku di encama topbaran kirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rûdane, hîna tu agahiyên zelal nehatine wergirtin. (mae)