Lêgerîna polîsan a li KJA'yê bi dawî bû 2016-10-27 11:53:52 AMED (DÎHA) - Lêgerîna polîsan a li Navenda Giştî ya KJA'yê û mala Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata bi dawî bû. Di lêgerînan de polîsan dest danîn ser pirtûk, kovar û hardîskên bilgîseyarên li KJA'yê. Piştî Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata, duh di çalakiya şermezarkirinê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat binçavkirin polîsan di saetên serê sibê de bi ser Navenda Giştî ya KJA'yê de girtin. Polîsan hemwext bi ser mala Ata de jî girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan derdora avahiya KJA'yê ya li semta Dîclekent a Peyasê dorpêç kirin û 3 saetan lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînê de polîsan dest danîn ser kovarên KAJ'yê, poster û pirtûka Sakîne Cansiz a "hertim şer bû jiyana min", wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, lênûska girtekan, kavara Jienolojî û hardîskên bilgîseryaran. Polîsên ku piştî lêgerînê ji avahiyê veqetiyan, xwestin rojamengerên ku dîmen bikişînin asteng bikin. Piştî parlamenterên HDP'ê Besîme Konca û Leyla Bîrlîk ketin navberê nîqaş derket. Parlamenterên bertek nîşanî polîsan dan, ji polîsan re gotin ku hûn çima ji dîmengirtina rojnamegeran acizin, rojnameger karê xwe dikin. Piştî lêgerîna li KJA'yê bi dawî bû polîs ji avahiyê veqetiyan. (mb)