Îxbara di balefira Anadolu Jetê de bombe heye 2016-10-27 12:10:13 AMED (DÎHA) - Ji ber îxbara di balefira Anadolu Jet a ku dê saet di 10.45'an de ji Amedê biçûya Stenbolê bombe heye balefir hat rawestandin. Di balefirê de lêgerîn tê kirin. Balefira Anadolu Jet a ku saet di 10.45'an de dê ji Amedê bifiriya Balefirgeha Sabîha Gokçen A Stenbolê ji ber îxbara di balefirê de bombe heye firîna wê hat rawestandin. Hat ragihandin ku baxajên ku di beşa kargoyê de ne hatine valakirin û ji aliyê Yekîneyên Pispor ên bombeyê ve lêgerîn tê pêkanîn. Hat diyarkirin ku di balefirê de paketek bi goman heye û ne hat diyarkirin ku dê balefir ji Amedê rabe yan na. (mb)