Arêtşa Tirk çalakvanên Efrînê gulebaran kir 2016-10-27 12:46:36 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Arêtşa Tirk welatiyên Efîrnê yên li ser sînor li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çalakî lidar xistin, gulebaran kirin. Di encamê de 3 welalatî birîndar bûn. Şêniyên Kantona Efrînê dagirkeriya Tirkiyeyê ya axa Efrînê napejirînin û li gundê Sorke yê navçeya Raco ku duh artêşa Tirk amadekariyên lêkirina dîwarê dikirin şermezar kirin. Berxwedana welatiyan a li ser sînor bê navber dewam dike. Îro artêşa Tirk berxwedêrên ku li hemberî kiryarên artêşê derketine, gulebaran kirin û bi bombeyên gazê û ava şit êrîşê welatiyan kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di êrîşa artêşa tirk a li hemberî welatiyan de 3 kes birîndar bûn. Navê kesên di êrîşê de birîndar bûn wihane: Mihemed Xalid Qasim, Ehmed Sebrî û Riyad Seîd. Hat ragihandin ku welatiyan kesên birîndar rakirine nexweşxaneya naçeya Racoyê. (mb)