Gel û siyasetmedaran bi hev re dorpêç şikandin 2016-10-27 15:40:27 AMED (DÎHA) – Hevserokê Giştî yê HDP Selahatîn Demîrtaş û heyeta pê re hatin tev lî nobeta gel bûn û girseyê û heyetê bi hev re dorpêçkirina polîsan şikandin. Dema hatina Demîrtaş berxwedana gel derket asta herî jor. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahatîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Hevseroka KCD Leyla Guven û heyeta parlementerên HDP’ê, rêveberên HDP û DBP’ê ji bo binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi konvoyekî di bin dorpêça polîsan de hatin avahiya şaredariyê û xebatkaran ziyaret kirin. Demîrtaş, Yuksek û Guven demek dirêj li avahiya şaredariyê serdanên xwe domandin. Di vê navberê de jî bi hezaran kesê ku di nav wan de hevşaredarên DBP’î yên herema Amedê, endamên meclîsên şaredariyan, Dayikên Aşitiyê, nûnerên saziyên civakî, hûnermend, nivîskar, zarok, pîr û kal jî hebûn li derdora Şaredariya Amedêku kom bû bûn, bi berxwedanek di asta herî jor de girtina hevşaredarên xwe protesto kirin û bi sloganan li benda heyetê rawestiyan. Welatiyan bi berzkirina sloganan dorpêça polîsan û zilma li ser xwe şermezar dikirin. Gel heyetêpêşwazî kir Demîrtaş û heyeta pê re piştî demek dirêj ji avahiya şaredariyê veqetiya û hat cihê nobeta gel. Gel bi slogan, çepik û lîlandinê Demîrtaş û heyeta pê re pêşwazî kirin. Divê kêliyê de berxwedana gel derket asta herî jor û balkêş bû ku bi sedan polîs jî li derdorê sekinî bûn. Bi sloganan axaftin qût kirin Demîrtaş û Yuksek li cihê nobeda gel li ser Kolana Lîseyê ya li hember şaredariya Amedê daxuyanî dan. Dema hevserok Demîrtaş û Yuksek hîtabî gel dikirin dem bi dem axaftina wan ji aliye girseyê ve dihat qûtkirin û bi berzkirina sloganan xwedî li hevşaredar, siyasetmedar û şaredariyên xwe derketin. Demîrtaş di dema axaftina xwe de gelek caran berî xwe dida polîsên derdorê û gotinan dorpêçkirina wan şermezar dikir. Nobeda berxwedanê di dome Çava raya giştî ya ku li ser vêhatina Demîrtaş a Amedê bû, çapemenî jî bi tevlîbûnek xurt eleqe nîşanî daxuyaniyên Demîrtaş û Yuksek dan. Demîrtaş di daxuyaniya xwe de dema peyamên mezinkirina têkoşîn û berxwedanê da girse bi lêdana çepikan eleqeyek mezin nişan da. Piştîdaxuyaniyê Demîrtaş û Yuksek û heyeta li gel wan xatirê xwe ji gel xwestin û çûn serdana malbatên Kişanak û Anli. Li derdora şaredariya Amedê nobeta di nav de ku parlementerên HDP’ê jî hene welatî xwedîderketina li hevşaredaran û şaredariyê di domînin. (kom/bg/mae)