Xebatkara Şaredariya Silopiya Şukran Hakîçî hat binçavkirin 2016-10-27 16:15:12 ŞIRNEX (DÎHA) - Polîsên ku serê sibê li Silopiya bi ser malan de girtin Xebatkara şaredarîyê û Rêvebera DÎSK'ê ya Şaxa Şirnex Şukran Hakîçî binçav kirin. Li navçeya Silopiya Şirnexê serê sibê polîsên ku bi ser mala xebatkara şaredariyê û Rêvebera Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şaxa Şirnex Şukran Hakîçî binçav kirin. Polîsên ku li mala Hakîçî ya li taxa Yenîşehirê lêgerîn pêk anîn Hakîçî birin Miduriyeta Polîsan a navçeyê. Der barê hinceta binçavkirina Hakîçî de agahî nehat bidestxistin. (kom/no/mae)