Rakirina astengiya înternetê bû sedema kêfxweşiyê 2016-10-27 17:02:36 AMED (DÎHA) - Piştî astengiya li ser xetên înternet a li Bakurê Kurdistanê hat rakirin, bû sedema kêfxweşiya welatiyan û welatiyan bi riya têlefonên xwe geşedanên nava rojê şopandin. Piştî hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin şûn ve û li dijî vê gel rabû berxwedanê li bajarên Bakûrê Kurdistanê ev bû du roj xetên înternetan hatin qûtkirin. Bi pêkanînê re agahdariya gel a li ser înternetê hat astengkirin û kes nikare li ser riya înternetê geşadan û rojevê bişopîne. Înternet di saetên şevê de hat qûtkirin û heta saet 16.00'an gihandina înternetê astengkirî bû. Welatiyên li ber şaredariya Amedê nobeta berdana hevşaredar Kişanak û Anli digirin piştî berdana înternetê balkêş bû ku têlefonên xwe xistin destê xwe û geşedanên nava rojê şopandin. Kêfxweşiya welatiyan a ji bo berdana înternetê hêjayî dîtinibû. (kom/bg/mb)