Walîtiyê çalakiyên HDP'ê qedexe kir 2016-10-27 17:11:52 ANTALYA (DÎHA) - Walîtiya Antalyayê çalakiyên ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê bi hinceta "domdarin" qedexe kir. Çalakiyên HDP'ê yên li Antalyayê ku dê ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bihatan li darxistin ji aliyê walîtiyê ve hatin qedexekirin. Hat ragihandin ku derbarê biryarê de tu teblîgat ji HDP'a Antalyayê re nehatiye şandin û midûryeta polîsan li Hevserokê HDP'ê yê bajar Îhsan Nergîz geriya ye û wiha gotiye: "Ji ber çalakî û daxuyaniyên we domdarin ji aliyê walîtiya Antalyayê ve hatine qedexekirin." Nergîz, da zanîn ku ew ê biryarê nasnekin û wiha got: "Walîtî sûc dike. Li bajar êdî axaftina kurdan bîle tê qedexekirin. Walî wekî memûrê AKP'ê kar dike. Em ê li dijî pêkanînên dijdemokratîk û keyfî serî netewînin û em ê çalakiyên xwe bidomînin." (mb)