Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin 2016-10-27 17:14:54 AMED (DÎHA) - Li Farqînê 5 kesên ku di nava wan de endamê meclîsa DBP'ê jî heye hatin binçavkirin. Li navçeya Farqîna Amedê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de endamê DBP'ê Şaban Îlter û 4 welatiyên navê wan ne hatin zanîn hatin binçavkirin. Hinceta operasyonê ne hat zanîn û 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê. Hat zanîn ku 5 kesên hatine binçavkirin dê 5 rojan nikaribin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. (mb)