Endamê HPG'ê Tekin bi girseyî hat definkirin 2016-10-27 20:06:29 ÊLIH (DÎHA) - Endamê HPG'ê Vedat Tekin (Soro Zerdeşt), li Êlihê bi girseyî hat definkirin. Endamê HPG'ê Vedat Tekin (Soro Zerdeşt), ku di 23'ê Cotmehê de li gel 3 hevalên xwe di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dabû li Êlihê bi girseyî hat definkirin. Malbatê piştî cenazeyê Tekîn ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê wergirt anîn Êlihê. Cenazeyê Tekîn li Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Bi karwanek mezin birin Goristana gundê Girbereşkê. Piştî wecîbeyên olî darbesta Tekîn bi ala kesk, sor û zer pêçan û li ser milan birin goristanê. Girsê li ser gorê bê navber siloganên "şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehit rêya te rêya meye" berz kirin. Di merasima cenaze de wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Ali Aslan, endam û rêveberên HDP, DBP, KJA'ê jî amade bûn. Piştî cenaze hat definkirin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Hevserokê MEYA-DER'ê yê Êlihê Şukru Baytar, axivî û diyar kir ku wan di hefteyekê de 5 ciwanên xwe defin kirin û wiha got: "Em dê heta dawî li doza ciwanên xwe xwedî derkevin. Heta ku em têkoşîna wan bi ser bixin û doza wan bi ser bixin emê têkoşîna xwe mezin bikin. Em soz didin şehîdên xwe." Balafirên bê mirov bê navber li ser gorê geriyan û xwestin girsê bêzar bikin. Piştî merasimê ji bo Tekîn li taxa Yeşiltepe li Mala Sersaxiyê ya Yeşiltepe sersaxî hat qebûlkirin. (mae)