Qeyûmê Pirsûsê ji konteynirên çopê ditirse 2016-10-28 09:03:49 RİHA (DÎHA) - Qeyûmê Pirsûsê ji tirsa ku dibe "bombeyan bixin hundir" konteynirên çopê, hemû konteynir ji ser rêya Alîgozê ku qeyûm têre derbaz dibe rakirine û xistine nava kolanan. Piştî ku di 11'ê îlonê de Cigirê Waliyê Rihayê Tarik Açikgoz wekî qeyûm tayînî Şaredariya navçeya Pirsûsa Rihayê hat kirin, li navçeyê rêveberiya awarte hat destpêkirin. Rêya Alîgorê a ku di navenda navçeyê re derbaz dibe bûye baregeha polîsan. Rêya Alîgorê ji ber deriyê şaredariyê di navenda navçeyê heta derketina Pirsûsê derbaz dibe. Qeyûm her roj di rêya Alîgorê re diçe şaredariyê. Ji tirsan polîs hemû konteyniriên çopê li ser rêyê rakirine û xistine nava kolanan. Konteynir bi hinceta "dibe ku bombeyan bixin hundir " hatine rakirin. Esnafên navçeyê ji bo çopê bavêjin diçin nava kolanan. Şaredarî ji aliyê polîsên hêzên taybet û tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber ku şaredarî li navneda navçeyê ye, jiyana gelê Pirsûsê felc dike. (bî-ado/mb)