'Em ji bo elewîtiyê derveyî sinor kirine' 2016-10-28 09:04:39 BÊRÎTAN ÎRLAN RIHA (DÎHA) - Li Rihayê, Taxa Kisasê ji ber nasnameya xwe ya elewîtiyê, ji xizmet, kar û xizmetên civakî bêpar tê hiştin. Welatiya bi navê Zuhre Ata (58) diyar kir ku, ji bere w elewî ne li derveyî sînor hatine hiştin. Taxa Kisasê ya girêdayî navenda Rihayê ye, bi nasnameya xwe yî elewîtiyê tê nasîn. Li vê taxê ji sedî 70 elewî, ji sedî 29 ereb û ji sedî yek jî kurd dijîn. Niştecihên Kisasê bi cotkarî, çandinî, kar û barên înşaatê û hwd. debara xwe dikin. Kisas di sala 1992’yan de bû şaredarî û şaredarên wê her tim elewî bûn. Lê di 2014’an Kisas, biŞaredariya Halîliyeyê ya girêdayî Rihayê ve hat girêdan. Piştî statuya wê yî şaredariyê ket û bi navçeya nevandî Halîliyeyê ve hat girêdan, pirsgirêk zêde bûn. Da em van pirsgirêkan hîn bibin, em ber bi Kisasê ve ketin rê. Ji bo çûyîna Kisasê em li mînibusê siwar bûn. Tişta ewil bala me kêşa, wêneyên Hz. Elî ne. Her wiha ji axaftin û rûniştina jinên elewî diyar dibe ku, ew ji jinên rihayî azadtir in. Dema dîtin em mêvan in, mêvanperweriya xwe nîşan dan û heqê rêya me ji bêrîka xwe dan. 'Li ber her malê wesayîteke kevin heye’ Dema em dikevin Kisasê pirsgirêka herî diyar pirsgirêka rê ye. Ji ber rê pir xirabe mînîbûs tijî toz dibe û dem bi dem tekelekên minibûsî noqî koncalan dibe. Piştî em daketin, berê xwe didin cem ciwanan û pirsa rê ji ciwanan dikin. Ciwan ji me re wiha dibêjin: "Rêyên me her tim wisa ne. Rê ji Rihayê heta taxa me baş in, rêyên taxê nayên çêkirin. Piştî ku hûn ji taxê derbikevin hûn ê bibînin dîsan rê hemû çêkirîne. Tenê rêyên taxa me nehatine çêkirin. Di mala her kesî de wesayîtek kevin ji bo rêyên Kisasê heye. Çênaki,. ji ber em elewîn e. Kar tune ye em bikin, dema li nasnameya me dinerin kes kar nade me." 'Ava me wek jehrê ye' Piştî wê em li nava Kisasê digerin û nivîsîna "Bila zarokên me ji ber ava şaredariyê ya qirêj jehrî nebin" bala me dikişîne. Em pirsa avê ji dayîka bi navê Zuhre Ata (58) dikin û Ata pirsgirêkên avê wiha tîne ziman: "Em ji derveyî sinor in. Ceyrana me tune. Ava me jehr e. Ji sêyan du kes nexweş e. Ser depoyê vekiriye, kevok ser de pirs dibin û carinan dimirin û dikevin nava avê. Rêyên me nayên çêkirin. Di havînê de ji ber tozê, di zivistanê de jî ji ber heriyê, jiyana me felc dibe. Ji ber ku, ev taxa taxa elewiya ye şaredarî tu xizmetê nake." 'Di 15'ê tîrmehê de AKP'yiyan êrîşî me kirin' Me ji wir dibin malekî û malbat hemû bi hev re aşureyê çêdikin. Dayîk 12 tamên cuda tevlî hev dike û kalê malê jî bi ser dixwîne û duayan dike. Em bi hev re aşureyê dixwin. Kalê malê digirî û ji me re wiha dibêje: "Gelek xizmên me jî di şerê Çanakaleyê de mirine û hîn cenazeyê wan ne diyare. Ma me çi kiriye, sucê me çî ye? Ji ber em elewîn e wiha li me dikin. Di 15'ê tîrmehê de jî, kesên diçûn mitîngên AKP'ê di nava taxê de heqaret li me kirin û berê xwe didan me û digotin 'Alah û ekber' û êrîşê me kirin." Gel bi xwe Mala Cemê çêkir Li navenda taxê Mala Cem heye. Em pirsa wê dikin di sala 2007'an de gelê taxê li hev kombûye û Mala Cemê ya Kisasê ji xwe re çêkirine. Gelê taxê taziye û îbadetên xwe li wir pêk tîne. (red)