Çîroka keçên winda yên Gûmûtê: Meryem û Gulşenê 2016-10-28 09:08:46 AHMET KANBAL HATAY (DÎHA) – Ji keçên winda yên Gundê Gûmûtê Meryem Îdgu, bi darê zorê ji malbata xwe hat veqetandin û li Helebê hat firotin. Ji dêvla Meryemê 10 çewal genim li ber deriyê dayika Meryemê hat danîn û dayika Meryemê bi hesreta keça xwe jiyana xwe ji dest da. Fatma Gulşen jî, dema bi darê zorê ji malbatê hat veqetandin, di destê dayika wê de tenê perçeyek ji fîstanê wê ma. Hatay dema mandaya Fransayê bû, wek dewleteke ser bi xwe bû. Lê bi referandûma 1939’an bi Tirkiyeyê ve hat girêdan. Gundê Gûmûtê yê ku bi êrîş, cinayet, tecawiz û bi dehan keçên xwe yî winda tê zanîn piştî sînor hatin xêzkirin li aliyê Tirkiyeyê ma. Lê piştî 77 şûnde dema Efrîna Kurdistanê ket rojevê diyar bû ku Gundê Gûmûtê, perçeyeke Efrînê ye. Piştî çîroka gundê hat tunekirin, çîroka keçên wê yî bi darê zorê ji dayikên xwe hatin veqetandin û li Helebê hatin firotin yeko yeko dertê holê. Qereqola Bayraktarê(Gûmût), piştî Hatay bi Tirkiyeyê ve hat girêdan hat avakirin. Yek ji burokratên Komara Hatayê Huseyîn Reşaga yê ku bi fermandarên vê qereqolê re bi tevkariyî tevdigeriya, ji wan keçên winda keça bi navê Meryem Îdgu di 10 saliya wê de, dibe Helebê û winda dike. Kekê Meryemê, Alî Îdgu (Hekîmoglû) ê 85 salî diyar dike ku, li gund bi qasî 30 keçî bi heman awayî hatine windakirin û anî ziman ku, herî dawî 19 malbatên wan di sala 1967’an de gund terikandine. Îdgu diyar kir ku, her çiqas wek herêma leşkerî hatibe îlankirin jî ew li gund dijîn û da zanîn ku, ji ber pêkûtiyên leşkerên qereqolê û ji ber tacîzkirina wan î jinên gund, ew li gundê Serêkaniyê yê 5 km dûrî Gûmûtê ye bi cih bûne. 'Ji dêvla xwişka min 10 çewal genim anîn’ Îdgu diyar kir ku, ji ber xwişka wî Meryem jê mezintir bû nayê bîra wî ku çawa wê birine, lê belê wî ji dayika xwe Emîneyê bihîstiye û wiha vegot: “Huseyîn Reşaga, li gel zilamên xwe zilm li ser zilmê dikir. Li ber wî, deng ji tu kesî dernediket. Hatiye bi darê zorê xwişka min Meryemê ji malê rakiriye û biriye Helebê. Diya min jî daye pêyî wê, lê bêfedê bû. Dema ji Helebê vedigere, 10 çewal genim anîn mala me. Dayika min gotiye ez keça xwe dixwazim, lê jê re gotine me keça te biriye Helebê, wek xizmetkar daniye cem yekî dewlemend û gotine wê paşê vegere. Diya min her tim digot, xwişka me pir xweşik bûye. Digot, ez jê têr nedibûm. Bi salan got. Digot, ez bi bêhna wê jî dizanim. Lê, me wê nedît. Gotin, me wek xizmetkar daye dewlemendan. Niha çi dike, çi nake, sax e, miriye em nizanin. Êdî me jî nepirsî.” Îdgu diyar kir ku, dayika wî bi salan şîna xwişka wî girêdaye û her bi hesreta hatina wê bû û bi vê hesretê jiyana xwe ji dest daye. Îdgu wiha domand: “Di salên 1960’î de, ez jî 10 salan li Helebê xebitîm, pir çûm û hatim. Lê min nedît. Ji xwe piştî gund hilweşiya Reşagayî jî reviyan û çûn. Rojekê min bi tesadufî Huseyîn Reşaga li Helebê zevt kir. Min dest xist qirika wî û pirsa xwişka xwe jê kir. Got ez ê navnîşana wê bidim. Lê dawiyê reviya û çû. Min careke din jî wî nedît.” 'Piştî qereqol hat avakirin tahma gund nema’ Îdgu diyar kir ku, yek ji wan keçên winda ku navê wan tê bîra wî jî Fatma Gulşen (Enîse) û xwişka gundiyê wan Nûrî ya ku navê wê nayê bîra wî ye û got, ev her du keç jî wek xwişka wî birine heleb. Îdgi anî ziman ku, Fatma Gulşen jî 10 salî wan bûye û bi darê zorê ji malbata xwe hatiye veqetandin û got, bi qasî tê bîra wî di salên 1946’an de wê birine Helebê. Her wiha Îdgu anî ziman ku, piştî li gundê wan Qereqola Bayraktarê hatiye avakirin, tahma gund nemaye. Li pêyî Fatmayê kincên wê man Îdgu diyar kir ku, tu kesî deng dernedixit û çîroka Fatma Gulşenê wiha vegot: “Wê demê bi navê Karaşahîn fermandarekî bolukê hebû. Ew jî pir zalim bû. Pêşî ew û Huseyîn Reşaga bi hev re tevdigeriyan. Fatma, keça gundiya me Emîneyê bû. Huseyîn Reşaga hewl dida bi zorê Fatmayê ji malê bibe. Me nikaribû li qereqolê jî giliyê wî bike. Diya wê ji bo wê bernede Fatmayê bi şid himbêz kiribû. Lê ji bo ji hembêza wê derxînin, wê dikişandin. Ji ber diya wê pir bi şid himbêz kiribû, li aliyekî jî li destên wê didan. Herî dawî ji dest diya wê derxistin. Lê tenê di dest diya wê de perçeyek fîstanê Fatmayê ma. Wê jî birin Helebê. Diya Fatmayê, wê demê pir nifir dikir. Îro ji dest wan zaliman tu malbat neman. Ji vir winda bûn, çûn.” 'Ji tirsa kesî pirsa wê nekir’ Îdgu da zanîn ku, malbat ji Fatma Gulşenê bi tesadufî agahdar bû, lê belê hemû malbat jiyana xwe ji dest dabû û got, ji keçên din jî careke din agahî nehat wergirtin. Îdgu da zanîn ku, kesî ji tirsa newêribû li aqûbeta keçên xwe bipirse. Îdgu anî ziman ku, diya wî digot herî zêde dayikên keça bi vê diêşiyan û rojên zehmet li wan dihasilîn û diyar kir ku, her çiqas bi demê re nehatibin jibîrkirin jî, lê kesî hew li wan pirsî. Îdgu anî ziman ku, li Gundê Gûmûtê gorên malbatên wan hene, lê belê bi destûrê ancax dikarin serdana wan bikin û got, wan herî dawî 20 sal berê destûr wergirtiye. Îdgu diyar kir ku, pişt re navbera Reşagayan û fermandarên qereqolê xirabûye û wan jî ji ber pêkûtiyên dewletê berê xwe daye Helebê û got, hemû nasên wan jiyana xwe ji dest dane. (red)