Cerdevanê îstifa kir: Me ber bi mirinê ve dişînin 2016-10-28 09:09:27 SELMAN KELEŞ/EMİR BUKUM WAN (DÎHA)- Li Miksa Wanê, yek ji wan cerdevanên ku çekên xwe danîbûn û nexwest navê xwe aşkere bike got, li navçeyê gelek cerdevanên nexwestine beşdarî operasyonê bibin îstifa kirine û wiha axivî: “Leşker digotin, ‘Hûn herêmê dizanin, hûn li pêş biçin’ û bi vî awayî me ber bi mirnê ve dişandin.” Li Kurdistanê li gel dijwarbûne şerî û têkçûyîna hêzên dewletê ya li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê di hefteya dawî de zêdeyî 100 cerdevanî îstifa kirin. Li gel vê li navçeya Miksê ya Wanê jî, cerdevanên ku nexwestin beşdarî operasyonê bibin wiha gotin “Me ber bi mirinê ve dişînin” û bi vî awayî çek danîn. Hefta borî ji bo plankirina operasyona li herêma Qirapêtê, Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê bi sercerdevanan re civînek li dar xistibû. Di civînê de li gel operasyonên leşkerî, ji cerdevanan hat xwestin ku li têketin û derketina navçeyê nobetê bigirin. Li ser vê cerdevanan wiha bertekên xwe nîşan dan: “Hûn me dişînin mirinê, em ne derdikevin operasyonê û ne jî nobetê digirin.” Hat zanîn ku, piştî ferzkirin zêde dibin gelek cerdevanan çek danîne û her wiha hat diyarkirin ku, operasyona leşkerî jî hatiye betalkirin. Cerdevan beşdarbûyîna operasyonan red dikin Têkildarî mijarê em bi yek ji wan cerdevanên îstifa kiriye re axivîn. Cerdevanê ku nexwest navê wî aşkere bibe got, leşker ji bo ew beşdarî operasyonan bibin zorê didin wan, lê belê cerdevan beşdarbûyîna operasyonan red kirine. Cerdevan got, cerdevanên nexwestine beşdarî operasyonê bibin, li têketin û derketina navçeyê nobetê bi wan didin girtin û wiha got: “Serdar û rayedarên leşkerî yên din, çi kirin û nekirin kes beşdarî operasyonê nebû. Ji ber vê, tam hejmarê nizanim, lê gelek cerdevan ji ber derneketine operasyonê ya çeka xwe danîn an jî daxwaznameya îstifayê dan.” ‘Leşker bêyî cerdevanan, ditirsin derkevin operasyonê’ Cerdevanê ku got, “Em ê ji niha û pê ve ne bimirin û ne jî kesî bikujin’ diyar kir ku, leşker bêyî cerdevanan, ditirsin derkevin operasyonê. Cerdevan wiha axivî: “Leşker ne tenê li vir, li deverên din jî bi tena serê xwe newêrin derkevin operasyonê. Ji ber vê dixwazin di operasyonan de, cerdevanan jî bigirin cem xwe. Li vir jî, ji ber piraniya cerdevanan nexwest beşdarî operasyonê bibin, mecbûr man operasyonê betal bikin. Salên berê jî dema em derdiketin operasyonan leşkeran ji me re digot, ‘Hûn herêmê dizanin, hûn li pêş biçin’ û vî awayî dixwestin me ber bi mirinê ve bişînin.” Ji bo cerdevanan banga ‘îstifa bikin’ Cerdevan diyar kir ku, ji bere nexwestiye beşdarî operasyonê bibe îstifa kiriye û wiha bangî kesên ku hîn jî cerdevaniyê dikin kir: “Îstifa bikin.” Cerdevan wiha domand: “Bi sala ez wek cerdevan xebitîm, lê min tu tişt jî negirt. Ev kar wiha ye; ya tu yê bimirî yan jî tu yê bikujî. Şikir ku heta niha min tu kesî nekuştiye. Ji xwe ji bo tu kesî nekujim jî, min îstifa kir. Ez ê bi awayekî bixebitim û debara malbata xwe bikim. Hemû cerdevan jî, bêyî cerdevantiyê dikarin debara malbata xwe bikin. Kes ji birçîna namire. Ji b di vî şerî de nekujin û neyên kuştin, banga îstifakirinê li hemû cerdevanan dikim.” (red)