Çavkaniya jiyana wî çiyayên Kurdistanê bûn 2016-10-28 09:12:10 RIHA (DÎHA) – Tevfîk Altûn, apê Ercan Altûn (Cesûr Riha) ê HPG’yî ku hat daxuyandin di navbera 25-30’yê îlonê de jiyana xwe ji dest daye, wiha got: “Bi hezaran ciwan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Divê êdî kurd berpirsiyariya vê fam bikin.” Di bombebaran hewayî ya ku di 25-30’yê îlonê de li Çelêya Colemêrgê pêk hat 4 HPG’yiyan jiyana xwe ji dest dabû û ji vana yek jê jî Ercan Altûn (Cesûr Riha) bû. Malbata Altûn, ji DÎHA’yê re behsa têkoşîn û jiyana wî kirin. Ercan Altûn ê ku di sala 1989’an de li gundê Cewsakê yê Hewaga Rihayê hat dinyayê, hîn 17 salî ye ji bo debara malbata xwe bike, ji bo xebatê diçe Qibrisê. Altûn salekê li Qibrisê dixebite. Piştî vedigere cem malbata xwe, çend meh şûnde vê carê wek hemû ciwanên li taxa wan, ji bo xebatê berê xwe dide Ewropayê. Hîn 18 salî ye diçe Parîsa Fransayê û li wir nasîna wî bi têkoşîna netweyî re çêdibe. Li Parîsê 4 sala bi awayekî aktîf xebatên partiyê dimeşîne. Di sala 2010’an d, di 21 saliya xwe de berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. 'Têkoşîna ku di oxira wê de bi hezaran ciwanî jiyana xwe ji dest dabe, dê bigihêje aramca xwe’ Tevfîk Altûn, apê Ercan Altûn, diyar kir ku Cesûr di temenekî ciwan de hay ji rastî û tekoşîna gelê xwe bûye û wiha axivî: “Em bi kesayetî û têkoşîna Cesûr serfiraz in. Serê me bi wî û têkoşîna wî her bilind e. Di rêya ku jê bawer bû û li gor baweriya jiya. Dê ezm û wêrekiya wî ji bo her kesî bibe mînak.” Altûn ê ku got, “Bi hezaran ciwanên wek Cesûr di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Divê kurd berpirsiyarê vê êdî fam bikin” diyar kir ku, dê vê têkoşîna ku Cesûr û bi hezaran ciwanîd i oxira wê de jiyana xwe ji dest daye, bigihîje armanca xwe. 'Wek navê xwe wêrek bû, pêşengtî dikir’ Îsrafîl Altûn, pismamê Cesûr, diyar kir ku, ji ber Altûn hevtemenî wî bû zarokatiya wan bi hev re derbas bûye ûwiha axivî: “Ez li gel Cesûr mezin bûm. Ji bo min mirovekî giranbuha bû. Qet ji hesûdiyê hez nedikir. Tê bîra min rojekê, dema em diçûn dibistanê mamoste got dê kî stranekê bibêje? Me hemûyan wî xist ber fediyê, lê ji ber dengê Ercan xweş bû wî her tim digot. Her sibeh berî ders dest pê bike, mamoste dizanibû dê kî bibej, ji ber vê wî pêşengtî dikir.” 'Bîranîna wî û têkoşîna wî çavkaniya jiyana me ye ‘ Mûrat Altûn, pismamê Cesûr got, bi wê kesayetiya xwe yî asî her tim li dij neheqiyê radiwestiya û bi tu awayî tawîz nedida. Altûn wiha behsa pismamê xwe kir: “Rojekê dema bavê min ne li malê bû, cînarê me hatibû hemû boriyê avê ji hev kiribû avêtibû. Ji ber em biçûk bûn, me nikaribû tiştekî bibêje. Lê li gel Ercan biçûk bû jî, dema ev dît got, hûn van mirovan bêxwedî dibînin, ya ku tu dikî neheqî ye. Dema cînarê me ev dît, bi paş ve gav avêt.” Armanca wî tenê ew bû ku, di nav refên gerîlla de cihê xwe bigire Mûrat Altûn got, Cesûr ji bo dostên xwe dilsoz bû û nepêkane kesekî ku wî nas kiribe wî ji bîr bike. Altûn wiha axivî: “Di her kêliyên jiyana xwe de tenê armanca wî ew bû ku, di nav refên gerîlla de cihê xwe bigire. Li Parîsê partî nas kiribû. Dema ez çûm, ez hîn bûm ku li wir beşdarî xebatên partiyê bûye û dawiyê tevlî refên gerîlla bûye. Ew girêdana wî ya gel, bû munasebeta kuz û tevlî bibe. 21 salî bû beşdar bû. Hemû hevalên wî digotin, tenê armanca wî ew bû ku tevlî nav refên gerîlla bibe.” (red)