Li Stenbolê 3 kes hatin girtin 2016-10-28 10:15:47 STENBOL (DÎHA) - Li Stenbolê di serdegirtina malan de ji 9 kesên hatin binçavkirin 3 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li Stenbolê di nava hefteyê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û 9 kes binçavkirin. Ji 9 kesên hatin binçavkirin 3 kes ji aliye dadgehê ve hatin girtin. 9 kesên ku piştî 5 rojan di bin çavan de hatin girtin û lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bûn sewqî dozgeriyê kirin. Ji 9 kesên ku bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" li dozgeriyê îfade dan, Gonul Dogan, Ahmet Enes Çevîk, Ahmet Kaya, Tekîn Ant, Naîme Kaya û Arîf Polatcan serbest hatin berdan û welatiyên bi navê Cîhan Temîzbaş, Murat Yavuz û Mîthat Sonmez jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3 welatî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê. (mb)