Nûçegihana me Kaya: Em bawer dikin ku hêza herî bi bandor gotin e! 2016-10-28 16:16:38 STENBOL (DÎHA) - Nûçegihana me Yafmur Kaya ku li ber Girtigeha Sîlîvriyê dema nûçe dişopand hate binçavkirin gotina "Em bawer dikin ku di demokrasiyê de hêza herî bi bandor gotin e. Ev baweriya me, kevneşopiyame ye" bi kar anî û diyar kir ku ew ê rastiyan binivîsînin. Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, jer ku daxuyaniya ku xwestin duh li ber Girtîgeha Silîvriyê bidin hat astengkirin û binçavkirina endamên însiyatîfê û xebatkarên çapemeniyê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de ewil nûçegihana DÎHA'yê Yagmur Kaya ku li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyanî dişopand hat binçavkirin û piştre hat berdan axivî. Kaya anî ziman ku dema ku hat binçavkirin rastî mudaxaleya fîzîkî hatiye, polîsan xwestina wênekêşa wê desteser bikin. Kaya wiha got: "Em wekî çapemeniya azad ji bo ku mirov gotinên xwe bipêjin her tim bûn naybeynkar Em bawer dikin ku di demokrasiyê de hêza herî bi bandor gotin e. Ev baweriya me û kevneşopiya me ye. Zana Kaya, Înan Kizilkaya avêtin girtîgehê. Ma karibûn me bêdeng bikin. Na. Ji bo pêşvebirina çapemeniya azad, pûnasa wan bêhtir pêş de bibin em ê nivîsandina xwe bidomînin." 'Em ne bîatî Qesrê ne jî îktidarê bikin' Piştre nûçegihana ETHA'yê Havva Çuştan axivî û anî ziman ku ji bo li ser rastiyan bê girtin binçavkirin tên kirin. Cuştan destnîşan kir ku bi taybetî piştî îlankirina OHAL'ê xebatkarên çapemeniya azad rastî pêkûtiyên cidî tên û wiha axivî: "Binçavkirina min û Yafmur ne tiştekî şexsî ye. Di heman demê de astengkirina mafê gel e ragihandinê ye. Em ê tu caran li hemberî Qesrê û îkdiraê serê xwe netewînin." Xizmê girtiyan Alî Dogan jî anî ziman ku li dijî girtiyan di nava îşkenceyê de îşkence tê kirin. Endamê însiyatîfê Abdulmelîk Yalçin jî anî ziman ku piştî îlankirina OHAL'ê li girtîgehan pêkûtî zêdetir bûn û têkîldarî îşkenceyên li Girtîgeha Sîlîvriyê ev agahî da: "Di 28'ê nîsanê de girtiyê bi navê Muslum Vurucu dema ku anîn girtîgenê rastî îşkenceya tazî hat ji ber ku li dijî vê derket vê carê dîsa îşkence li wî kirin. Piştre jî 2 mehan cezaya hevdîtinê û ragihandinê hat dayîn. di 13'ê cotmehê de girtiyekî jin rastî îşkenceyê hat, serê wê li duwaran xistin. Derzî bi laşê wê kirin. Di Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê de Aysu Baykal a ku beriya demekî emeliyat bû hate derbkirin." Yalçin diyar kir ku aktîvîteyêr civakî daketiye 2 saet û nîvan, kamera li hewş û serşokan ahtiye kirin, kovar, pirtûk û rojnameyên ku biryara berhevkirinê tuneye jî nadin girtiyan. (sa)