Leşkeran jina ducanî bi giranî birîndar kir 2016-10-28 21:44:32 ŞIRNEX (DîHA) - Li Şirnexê piştî çalakiyê li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê leşkeran jina ducanî Belkiz Katar bi giranî birîndar kir. Li Şirnexê piştî çalakiya gerîlayên HPG'ê ya li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê, leşkerên ku bi awayek bê ser û ber gule li derdorê reşandin li gundê Avgamasyayê jina bi navê Belkiz Katar a ducanî bi giranî birîndar kirin. Hate hînbûn ku dema Katar li ber deriyê mala xwe rûnîştî bû birîndar bûye û piştre rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî mudaxaleya ewil Katar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. (kom/no/mb)